2 endamên hikûmeta Şamê li Idlib û Hemayê hatin kuştin

2 endamên hikûmeta Şamê di topbarana li ser Idlib û Helebê de hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku ji duh heya serê vê sibehê, şer di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê de ranewestiya.

Ev şer li eniyên Menara ya Sehil El-Xab, Fitêra, Sifûhin, Helûbiyê, Filêfil, Kensefra û Benên pêk hatin.

2 endamên hikûmeta Şamê li rojavayê Heleb û gundewarê Idlibê hatin kuştin.

Duh jî çavdêriya kuştin û birîndarkirina 2 endamên hikumetê li bakurê Idlibê ragihandibû.

Her wiha çeteyan gelek nuqteyên hikumetê li gundewarên Idlibê jî kirin armanc.

Back to top button