Şêniyên Silêmanî, Helebce, Kelar, Ranya û derbendîxanê li qadan bûn

Asayîşa navçeya Kelar a Germiyanê 3 rojnameger ji ber şopandina xwepêşandanan, binçav kirin. Komîteya Bilind a Ewlehiya Silêmaniyê ferman daye polîsan, da ku pêngava girtin û binçavkirinê dewam bikin. Serokwezîrê Iraqê Kazimî jî nerazîbûna Kurdan a li dijî gendeliya desthilatê rewa dibîne.

Diyar e welatiyên Başûrê Kurdistanê ku bênavber xwepêşandanên xwe yên li dijî her cure gendeliya hikûmetê didomînin, ji mafê xwe danekevin.

Di vê çarçoveyên de duh li Silêmanî, Helebce, Kelar, Ranya û Derbendîxanê welatî li qadan bûn.

Asayîşa başûr 3 rojnameger ji navçeya Kelarê binçav kirin

Li navçeya Kelarê, nûçegihanê Kenala Peyam Hawar Mihemed, kamerevan Ako Cuma û nûçegihanê Rodyoya Deng Mihemed Mehmûd ji ber şopandina xwepêşandanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin.

Sendîkaya Rojnamegeriyê: Girtina rojnamegeran nerewa ye

Berpirsê Şaxê Sendîkaya Rojnamegeriya Başûr Dilêr Kerîm di vê derbarê de got:

“Em bi tundî binçavkirina rojnamegeran şermezar dikin.

Em nêzîkatiya hêzên ewlehiyê li beramberî rojnamegeran nerewa dibînin, ji ber ku erka wan şopandina bûyer û gihandina rastiyan e.”

Nûçegihan û kamerevanê Kenala Peyam hatin berdan, lê nûçegihanê Radyoya Deng hêj di bin çavan de ye.

Li Hewlêrê hêzeke çekdar çalakvan hevrest şîwan revand

Li Hewlêrê jî, hêzeke çekdar ku bi ser bi PDK’ê ve ye, çalakvan Hevrest Şîwan bi behaneya tevlêbûna çalakiyên dijî dagirkeriya Tirkiyê, revand.

Hevrest Şîwan sala 2018’an jî ji aliyê asayîşa PDK’ê ya Hewlêrê ve hatibû girtin û demekê li girtîgehê mabû.

Şêniyên navçeya Raperîn ji bo guhartina pergala desthilatdariya li herêmê û bidawîkirina gendeliyê heyî, bang li hemû welatiyan kir ku derkevin xwepêşandanan û dest bi greveke giştî bikin.

Komîteya Bilind a Ewlehiyê: Em ê girtina xwepêşanderan dewam bikin

Lê zagona mafê xwepêşandanê tê binpêkirin û Komîteya Bilind a Ewlehiya Silêmaniyê ragihand ku ew ê girtin û binçavkirina xwepêşanderan dewam bikin.

Komîteyê her wiha da zanîn ku ferman ji bo hêzên ewlehiyê hatiye dayîn, da rewşê di demeke kurt de aram bikin.

serokwezîrê Iraqê: Xwepêşandanên gelê Başûr rewa ne

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di vê derbarê de, daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê Twîtterê belav kir û dibêje:

“Ez dilsozê xem û janên welatiyên Başûrê Kurdistanê me. Nerazîbûna wan rewa ye. Em ji bo rûmeta gelê Kurd û hemû gelê Iraqê, bi awayekî cidî kar dikin.”

Back to top button