Dadgeha Bilind a Amerîkayê daxwaza Trump a vegerandina hilbijartinên 4 wîlayetan red kir.
Herî dawî serdozgerê wîlayeta Texas ku Trump piştgiriya wî kiribû, daxwaza vegerandina dengên hilbijartinên Serokatiyê yên li Wisconsin, Pennsylvania, Michigan, Georgia, kiribû.
Lê duh êvarî Dadgeha Bilind a Amerîkayê ev daxwaz bi 7 dengên erê, red kir.
Jixwe di van herçar wîlayetên navborî de, namzetê partiya demokratan Jeo Biden bi ser ketibû û Trump encamên wan bi yên sexte bi nav kiribû.