PYD: Divê ti kes bi çavê tawanbariyê li Kurdên ji Rojava nenêre

Nûnertiya PYD’ê ya li Başûrê Kurdistanê der barê xwepêşandanan de, diyar kir ku divê ti kes bi çavê tawanbariyê li Kurdên ji Rojava nenêre.

Nûnertiya PYD’ê ya li Başûrê Kurdistanê da zanîn ku Kurdên Rojava, bi derxistina tundiyê li nava xwepêşandinan hatine tawanbarkirin û gelek jî hatin girtin, divê bi çavê tawanbariyê li wan neyê nêrîn.

Nûnertiyê anî ziman ku bikaranîna tundiyê, zirarê digihîne saziyên giştî û ew vê yekê qebûl nakin, lê hêzên asayîşê rewşê aloztir dikin.

Lewam PYD’ê bang li hemû aliyan kir ku xwedî li giyanê berpirsyarî û hevkariyê derkevin da ku vê aloziyê derbas bikin.

Nûnertiya PYD’ê ya li Başûrê Kurdistanê diyar kir ku daxwazên gelê Başûr, xwezayî û rewa ne û ev yek mijareke hundirîn û têkildarî welatiyên Başûr e.

Back to top button