Kongressa Amerîkî duh qanûna budceya wezareta parastinê ku tê de bendekî sepandina cezayan li ser Tirkiyê heye, ragihand.
Senatoya Amerîkî qanûna budceyê ku cezayên li dijî Rûsya û Tirkiyê digire nava xwe, muhr kir.
Berpirsiyarên Amerîkî da xuyakirin ku DYA binêt e ji ber kirîna pergala S400 a Rûsî, cezayan li Enqereyê bibire.
Berpirsiyaran diyar kir ku cezayên Amerîkî, rêveberiya kargehên parastinê ya Tirkiyê û serokê wê Ismaîl Demîr armanc dikin û teqez kir ku dibe ceza çi rojê be, werin ragihandin.