Fatureya kehrebê li girtiyên girtîgeha jinan a Amedê dibirin

Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Amedê tên girtin têkildarî asta binpêkirinan axivîn û dan zanîn ku fatureya kehrebê jî li me dibirin.Her wiha Parêzer û nûnera parastina mafên zarokan Cansû Şekerci da zanîn ku zarokên di girtîgehan de dimînin ji mafên xwe yên tenduristî û xwarinê bêpar tên hiştin.

 

Binpêkirinên mafan ên di demê vîrûsa korona de li Girtîgeha Jinan a Amedê zêdetir bûye:

Jinên ku bûyer û binpêkirinên li dijî wan bi rêya nameyekê ji bo Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan ÎHD’ê Eren Keskîn re nivîsandin û gotin:

Li qawîşa A-12 a ku lê tên ragirtin di meha Mijdarê de 313.74 TL fatûreya kehrebê li wan birîne.

Di nameya ku navê 11 girtiyên îmzeya wan li bûn hate diyar kirin ku bi taybet di dema vîrûsê de binpêkirinê mafan zêde bûne.

Di bin navê tedbîran de nêzîkatiyên rûmeta mirovan dişkîne û mafê wan tên binpêkirin.

Girtiyan di nameya xwe de bal kişandin ser binpêkirinan û gotin:

Dîsa li girtîgehê bi mehanin dayik nikarin zarokên xwe bibînin.

Ev rewş bandorê li dayik û zarokan dikin, hevdîtina telefonê ya 10 deqeyan jî bi kêmanî 8-9 caran qût dikin.

”Zarokên li girtîgehan dimînin ji mafên xwe yên tenduristî û xwarinê bêpar in”

Zarokên ku di girtîgehan de dimînin jî j zirareke mezin dibînin û hem jî ji mafên xwe yên tenduristiî û xwarinê bêpar tên hiştin.

Li gor daneyê Komeleya Mafê Mirovan ÎHD’ê hejmara zarokên li girtîgan dimînin 780 ye.

Têkildarî mijarê Parêzer û nûnera parastina mafên zarokan Cansû Şekerci nirxandin kir û got:

Mekanizmayeke alîkariyê nehatiye avakirin, li Tirkiyê girtîgehên zarokan 7 girtîne 4 jê vekirî ne.

Gelek zarok dermanên derûniyê dixwin û gelek jî hewil didin xwebikujin.

Sîstema edaletê ji ber ne li gor mafên zarokan e loma gelek maf tên binpêkirin.

Back to top button