Li wîlayeta Qindiharê ya Efxanistanê 90 endamên Talîbanê hatin kuştin

Hikûmeta Efxanistanê ragihand ku di berisvdayîna êrîşên Tevgera Talîbanê, 90 endamên tevgerê hatin kuştin.
Her wiha di êrîşa aliyên nenas ser paytexta Efxanistanê Kabûlê kesek hat kuştin û 2 jî birîndar bû.

Wezareta Parastina Efxanistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên Efxanî li wîlateya Qindiharê bersiva êrîşeke Tevgera Talîbanê da.

Li gorî wezaretê di şer de 90 endamên Tevgera Talîbanê hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.

Hat gotin ku tîmên endezyariyê yên girêdayî Artêşa Niştimanî ya Efxanistanê 15 mayînên Tevgera Talîbanê li herêmê bê bandor kirin.

Di êrîşa aliyên nenas ser kabûlê kesek hat kuştin

Li gorî Wezareta Karên Hundir ê Efaxanistanê, îro sibehê bi fûzeyan êrîş li ser paytexta Efxansitanê Kabûlê pêk hat.

Hat gotin ku di encama ketina 10 fûzeyan li deverên cuda li Kabûlê kesek hat kuştin û 2 jî birîndar bû.

Heta niha ti hêz yan rêxistinekê êrîş li xwe ne girtiye.

Berdevkê Tevgera Talîbanê got ku ti têkiliya wan bi êrîşa li ser Kabûlê nîne.

Berdevê Talîbanê destnîşan kir ku ji bo bidawîbûna şerê 20 salan ew danûstandinên xwe bi hikûmeta Efxanistanê re didomînin.

Berpirsên ewlehiyê yên herêmê jî gotin ku hê ne diyar e ku ger çeteyên DAIŞ’ê ev êrîş pêk anîne yan na.

Di kêmê mehekê de ev êrîşa duyan e li ser Kabûlê pêk tê.

Di dema daxwaza Amerîkayê ya vekişîna hêzên xwe, aloziya li welêt mezintir dibe

Di meha derbasbûyî de, bi 14 fûzeyan êrîş ser Kabûla paytext pêk hat, di encamê de herî kêm 8 kes hatin kuştin û zêdeyî 30 kes jî birîndar bûn.

Çeteyên DAIŞ’ê ev êrîş girtibûn ser xwe.

Tevî danûstandinên Tevgera Talîbanê bi hikûmeta Efxanistanê û Amerîkayê re û sozên Talîbanê ku wê êrîşên xwe li welêt bi dawî bike, li Efxansitanê êrîşên bixwîn dewam dikin.

Di dema daxwaza Amerîkayê ku hêzên xwe yên li Efxanistanê ku hejmara wan derdora 4 hezar û 500 leşkerî ye, vekişîne, aloziya li Efxansitanê mezintir dibe.

Back to top button