Li Eyn Îsayê li dijî rîşên dewleta Tirk meş hat lidarxstin

Bi hezaran şêniyên Reqa, Kobanê û Eyn Îsa li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Eyn Îsayê meşiyan.
Meş li navçeya Eyn Îsayê pêk hat û bang li civaka navneteweyî û Rûsyayê hat kirin ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê rawestînin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ev demeke li ser Eyn Îsayê ranewestiyan e.

Li dijî van êrîşan îro bi hezaran şêniyên kantona Girê Spî, bajarên Reqa û Kobanê li navçeya Eyn Îsayê kom bûn û meşek li dar xistin.

Şêniyan di meşê de bang li civaka navneteweyî û Rûsyayê kir ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî navçeya Eyn Îsayê û herêmê rawestînin.

Piştî ku şênî gihaştin baregeha Rûsyayê ya li navçeyê, li pêşiya wê mitîng li dar xistin.

Li pêşiya baregeha Rûsyayê, hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid axivî.

Hemîd El-Ebid êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û berxwedana QSD`ê ya ji bo parastina navçeyê ji êrişên dewleta Tirk silav kir.

Bi navê êlên Reqayê şêx Mihemed El-Sewan jî axivî û destnîşan kir ku şênî hemû li pişta QSD’ê ne.

El-Sewan îşaret pê kir ku sekna wan îro li navçeya Eyn Îsayê nîşaneya hevgirtina gelên herêmê ye û da zanîn ku ew van êrişan red dikin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn jî axivî û got,

”Hebûna dewleta Tirk li ser axa Sûriyê ne rewa ye, gelên Sûriyê çaranûsa xwe bi xwe diyar dikin.

Mihemed Şahîn diyar kir ku gelên herêmê ji bo pêkanîna serkeftinê û rizgariya ji zordestiyê bi hezaran şehîd dane.

Di dawiya çalakiyê de beşdaran sloganên ”gelê Sûriyê yek e” berz kirin û berxwedana QSD`ê silav kir.

Back to top button