YE: Heta 2030’an wê gaza Sera ji sedî 55 were kêmkirin

Yek ji mijarên sereke yên din ku di civîna lîderên YE de hate nîqaşkirin tekoşîna ji bo rewşa Avhewayê bû. Di civînê de biryar hate girtin ku heta 2030’an ji sedî 55 gaza Sera kêm bikin.

NOT: Ji van lînkên ku min li jorê danîne… tenê detayên kombûna serokên welatan dênin… ne axaftinên wan haaa.

Di civîna lîderan ya 2 rojan dewam kir de, ji bo têkoşîna parastina plana Avhewayê biryar hatin girtin.

Di encamnameya ku li ser navê lîderên YE hate parvekirin de hate gotin, welatên endamên YE wê heta 2030 gaza Sera heta dadikeve kêmî ji sedî 55’an wê kêm bikin.

Bivî awayî tê xwestin di parastina Avhewayê de, rêjeya 1990’an careke din were bidestxistin.

Hate gotin, bê ku berjenwediyê aliyekê were destgirtin divê welatên yekîtiyê tevlî vê xebata parastinê bibin.

Serokê Konseya Ewropa Charles Michel diyar kir ku Ewropa di dêkoşîna guherîna avhewa de pêşenge.

Di civîne de ji bo vê yekê heta 2030’an bi qasî 1 tirilyon euro wê bi keyfxweşî ji bo Banka Veberhênana Ewropa were dayîn.

YE dixwaze di mijara têkoşîna ji bo guherîna avhewayê de lîdertiyê bike û beriya niha fonek ji bo vê yekê veqetandibû.

Back to top button