”Em ji Şengaliyan re dibêjin em bi we re ne”

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo û Hesekê û Ciwanên Reqayê bi daxuyaniyên cuda planên li ser Şengalê şermezar kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku lihevkirina hikumeta Iraq û PDK’ê ya li dijî Şengalê komplo ye.

Meclisê di daxuyaniya xwe de got, ”Em ji gelê Şengalê re dibêjin em bi we re ne”.

Bi heman armancê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê jî daxuyaniyek da, plan û êrîşên ku li ser Şengalê tên meşandin şermezar kir.

Meclisê diyar kir armanca komploya ku li ser Şengalê tê meşandin tunekirina Kurdên Êzidî ye.

Meclisê anî ziman ku divê hemû partiyên kurd bibin yek û li hember siyaseta dagirkirinê bisekinin.

Ciwanên Reqayê bang kirin ku rêz ji vîna Şengaliyan re bê girtin

Meclisa Ciwanan a Reqayê jî bi daxuyaniyekê lihevkirina hikûmeta Iraq û PDK’ê şermezar kir.

Ciwanan destnîşan kir ku dewletên zordest û dîktator siyasetên qirkirinê û çewisandinê li dijî pêkhateyan bi giştî û gelê êzidî bi taybet dimeşînin.

Ciwanan bang li hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê kir ku rêzê ji vîna êzidiyan re bigirin û bang li ciwanan kir ku xwedî li Şengalê derkevin.

Back to top button