Trump biryara cezayê înfazê bicih tîne

Serokê DYA Donald Trump di rojên xwe yên dawî yên serokatiyê de, kevneşopiya 130 salan ya welat guhert û biryara cezayên înfazê bicih tîne.

Li DYA ji 130 salan ve di dema dewirkirina serokatiya welat de, biryara cezakerên îdamê ne dida.

Lê beriya 20 Çileyê ku Joe Biden were li ser deshilatdariyê, tê pilankirin ku biryara darvekirina 5 girtiyan were dayîn.

Ger hat û ev kes hatin darvekirin, wê Trump bibe serokê DYA yê di nava sedsala dawî de ku herî zêde di serdema wî de biryara cezayên darvekirinê hatî dayîn.

Li welat ji meha Tîrmehê heta 11’ê Cotmehê, 13 girtî hatin darvekirin.

Her wiha ji 5 kesên biryara darvekirinê derbarê wan de heyî, tê plankirin 2 ji wan di nava hefteyê de were înfazkirin.

Back to top button