Dewleta Tirk dixwaze 18 mehên din leşkerên xwe li Lîbyayê bihêle

Ji bo dirêjkirina mayîna hêzên Tirk li Lîbyayê, Serokomarê Tirkiyê Erdogan daxwaznameyek şand parlamana welêt.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihand ku niha zêdeyî 17 hezar çeteyên girîdayî dewleta Tirk li Lîbyayê hene.

Dewleta Tirk dixwaze bi awayekî fermî hebûna hêzên xwe li Lîbyayê dirêj bike.

Li gorî dezgehên ragihandinê yên Tirkî, îro daxwaznameyek ji bo parlamana Tirkiyê hat şandin û tê de daxwaz hat kirin ku hebûna hêzên Tirkî li Lîbyayê 18 mehên din dirêj bibe.

Di daxwaznameya ku îmzeya serokomarê Tirkiyê Erdogan di binê wê de, li ser dewamkirina piştgiriya leşkerî ji bo hikûmeta Wîfaqê ya Lîbyayê tê destnîşankirin.

Çavdêriya Sûrî: Zêdeyî 17 hezar çeteyên Tirkiyê li Lîbyayê hene

Li aliyê din jî, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku zêdeyî 17 hezar çeteyên girîdayî dewleta Tirk li Lîbyayê hene.

Çavdêriya Sûrî da zanîn ku niha zêdeyî 7 hezar çete ji nasnameya Sûrî û 10 hezar çeteyên din ku ribên wan Tûnisî ne li Lîbyayê hene.

Li gorî çavdêriyê çeteyên ji Tûnisê ji xaka Sûriyê ber Lîbyayê ve hatin şandin.

Back to top button