Ne tenê sivîlan rizgar dikin, Şervanên QSD’ê îro 7 hevalên xwe yên ku di pêngava Bagera Cizîrê de ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn girtin rizgarkirin.
Şervanên hatine rizgarkirin gihiştin Reqayê.
Navê şervanên hatine rizgarkirin wiha ne;
Îbrahîm Ehmed,
Mihemd Şêx,
Mihemed Abdullah,
Malk Abdullah Hisên,
Mihemed Ehmed Xelîl,
Ehmed Merî û Fetah Ode.
Şervan ji aliyê dost û malbatên xwe ve bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin.
Ji fermandarên QSD`ê Kendal Reqa diyar kir ku şervanên wan di kemînekê de di Şerê Tinekirina Terorê de hatin girtin û got.
Îro ew 7 şervanan bi operasyonek taybet hatin rizgarkirin.
Berî niha bi çende roja şervanên QSD’ê 3 şervanên din jî yên ji Reqayê rizgar kiribûn.