Artêşa Tirk ji nuqteya Serman ya li gundewarê Idlibê vekişiya

Artêşa Tirk a dagiker ji hin nuqteyan xwe yên li rojhilatê Idlibê yên ji aliyê hukumeta Şamê dorpêçkirî vekişiya.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir, ku karwanekekî maşîne û erebeyên artêşa Tirk ji baregeha xwe ya dorpêçkirî ku li gundê Serman ê rojhilatê Idlibê ye vekişiya.

Li gorî heman çavkaniyan, piştî karwanên artêşa Tirk vekişiyan, alên hikumeta Şamê li nuqteya leşkerî ya Tirkiyê hate hildan.

Bi vê yekê hêzên artêşa Tirk bi temamî ji nuqteya Morik û Sînaa ya nêzî Seraqibê û Kargeha Goranî ya li ser rêya M5`ê vekişiyan, di heman demê de xwe amade dike ku ji 5 nuqteyên din ên li gundewarê Idlibê û Helebê jî vekşe.

Navên her pênç nuqteyan yên di bin destê wan de wiha ne “Nuqteya Şêr Mixar, Raşîdîn, Serman, Qebtan El-Cebel, Mear Hetat”.

Back to top button