Li bakurê Idlibê, di encama êrîşên di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê, kuştî û birîndar çêbûn.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku ji duh êvarî û heta vê sibehê de, hêzên hikumetê û çeteyên Tirkiyê li eniyên Mihwer El-Nêrib li bakurê Idlibê bi dijwarî êrîşî hev kirin.
Di encama êrîşan de, kuştî û birîndar ji herdu aliyan çebûn.
Berbanga vê sibehê jî, hêzên hikumetê bi giranî deverên gunedewarên Laziqiyê û Idlibê topbaran kir.
Çavdêriyê, ragihand ku duh jî balafirên Rûsî 2 caran, derdora bajarê Kebana yê li bakurê gundewarên Laziqiyê jî, bombebaran kir.