Ziyad Heleb: Hêza me ji êrîşên dagirkeran re amade ye

Ji fermandarên QSD’ê Ziyad Heleb destnîşan kir ku tevî avakirina 3 nuqteyên hevbeş lê dewleta Tirk êrîşên xwe li ser Eyn Îsa berdewam dike. Ziyad Heleb diyar kir ku hêzên Rûsya û hikumeta Şamê li hemberî êrîşan bi erka xwe ranabin, lê QSD’ê ji her êrîşekê re amade ye.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe, ji bo dagirkirina navçeya Eyn Îsayê êrîşên xwe ranewestandiye.

Di encamê êrîşên dewleta Tirk ên vê dawiyê de 4 sivîl şehîd ketin 14 jî birîndar bûn.

Li kêlekê jî, bi dehan malên sivîlan hatine rûxandin û hin sivîl jî koçber bûne.

Şervanên QSD’ê jî, di çarçoveya parastina rewa de heta bi vê kêliyê parastina navçeyê dikin.

Ji fermandarên QSD’ê Ziyad Heleb destnîşan kir ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe sivîlan û navçeya Eyn Îsayê dike armanc.

Lê Ziyad dibêje dewleta Tirk wê nikare bi hêsanî navçeyê dagir bike, ji ber QSD’ê ji her êrîşekê re amade û xwedî bawerî ye.

Hêzên Rûsaya û hikumeta Şamê li hemberî êrîşan fîşekekê nateqînin

Fermandarê QSD’ê da zanîn ku li hemberî van êrîşan hêzên Rûsya û Hikûmeta Şamê fîşekek jî neteqandin û bi erkên xwe ranebûn.

Tevî nuqteyên hevbeş jî êrîş ranawestin

Da ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê rawestandin.

8 kanûnê Rûsya û hikumeta Şamê, li kêleka QSD’ê 3 nuqteyên çavdêriyê yên hevbeş li derdor û hindirê Eyn Îsayê ava kirin.

Lê dîsa jî bi zêdebûna êrîşan xuya bû ku ev nuqte nebûn bersiv.

Ziyad tekez kir ku tevî 3 nuqteyên hevbeş hatine çêkirin jî lê êrîşên dagirkeriya Tirk her berdewam in.

Sala nû wê bibe ya razgarkirina herêmên dagirkirî

Fermandarê QSD’ê Ziyad Heleb anî ziman ku sala nû wê bibe sala serkeftinên mezin û wê bi xwe re rizgarkirina Girê Spî, Serê kaniyê û Efrînê jî bîne.

Back to top button