Leyla Guven: Daxwazên girtiyên di grevê de mirovî ne

Hevseoka KCD’ê Leyla Guven ji Televizyona me Ronahî TV re diyar kir ku rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de metirsîndar e. Leyla destnîşan kir ku divê hemû gel xwedî li girtiyan derkevin û li hemberî AKP-MHP’ê dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan, 27’ê Mijdarê girtiyên PKK’ê û PAJK’ê di girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin û çalakiya wan di roja 17’an de dewam dike.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven derbarê mijarê de bû mêvana bernameya Jin Aktul ya Ronahî Tv û destnîşan kir ku daxwaza girtîyan daxwazek mirovî ye, lewra divê her kes xwedî lê derkevin..

Leyla Guven: Rewşa girtiyan gihiştiya asta mirinê

Leyla Guven îşaret bi rewşa girtiyên di greva birçîbûna de kir û da zanîn ku girtî ji ber vîrûsa corona girtî niha gihiştine asta şahadetê.

Hevseroka KCD’ê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û piştevaniya girtiyên di grevê de ji hemû kurdistaniyan xwest ku dakevin qadan û banga azadiya Ocalan bikin.

Leyla Guven: Li hemberî AKP-MHP’ê divê gel dakevin qadan

Li gorî Hevseoka KCD’ê tişta herî vê demê bi xwe re encam bîne û bêhiqûqiya li Tirkiyê bidawî bike ew jî rabûna gel li hemberî AKP-MHP’ê ye.

Leyla Guven: Kilîta çareseriyê li gel Rêber Ocalan e

Hevseoka KCD’ê Leyla Guven di dawiyê de diyar kir ku heya pirsgirêka kurdan çareser nebe, ne pêkan li Tirkiyê ti pirsgirêk çareser bibin, lewma kilîta çareseriya jî li gel Rêber Ocalan e.

Back to top button