“Divê zarokên me û Zusik Hemed di zûtirîn demê de bên berdan”

Malbatên ciwanên Qesrê yên girtî û çalakvanên Balekayetî banga berdana zarokên xwe û nûçegihanê Rej News’ê Zusik Hemed kir. Banga her 29 parlamenteran a lidarxistina civîneke taybet li ser aloziya heyî, bêbersiv ma, divê jimara îmzeyan bibe 37, da parlamen daxwaznemeya wan pêk bîne.

Li gelek navçeyên Başûrê Kudistanê xwepêşandanên li dijî aloziya siyasî, aborî û gendeliya hikûmetê hêj dewam dikin.

Asayîşa herêmê tevî hebûna zagona mafê welatiyan ê xwepêşandanê jî, biryara girtin û binçavkirina xwepêşander û rojnamegeran daye û li çi cihê ku xwepêşandan li dar bikeve, mirovan dixe bin çavan.

Nûçegihanê Ajansa Roj News’ê Zusik Hemed duh bi behaneya nivîsandina şiroveyeke der barê binçavkirina ciwanên bajarokê Qesrê de, ji aliyê asayîşa Çoman a Hewlêrê ve hat girtin.

Di vê derbarê de, malbatên her 10 ciwanên girtî bang li desthilata herêmê kir ku, Zusik û zarokên wan di zûtirîn demê de berdin.

Çalakvanên Balekayetî: Eger Zusik û zarokên Qesrê neyên berdan, emê dest bi çalakiyan bikin

Çalakvanên Balekayetî jî bi daxuyaniyekê ragihand ku eger Zusik Hemed û ciwanên Qesrê neyên berdan, ew ê dest bi çalakiyên sivîlî bikin.

Ciwanên Qesrê û Zusik Hemed niha li girtîgeha asayîşa navçeya Soranê dimînin.

Rewşenbîr û çalakvanên Kerkûkê çalakiyek ji bo piştgiriya xwepêşandanan li dar xist

Li aliyekî din, rewşenbîr, çalakvan û mamosteyên olî yên Kerkûkê ji bo piştgiriya xwepêşandanan, çalakiyek li dar xistin.

Di çalakiyê de, slogan û pankart li dijî tundiya li ser xwepêşanderan hatin hildan.

Çalakvanan destnîşan kir ku desthilata Başûr li şûna ku daxwaziyên gel bi cih bîne, gulle û bombeyên deng û gaza rondikrêj bi ser wan de dibarîne.

Çalakvanên Kerkûkê: Divê hikûmeta herêmê bersivê bide xwestekên welatiyan

Çalakvanan got:

“Em piştgiriya tevahî mafên rewa yên xwepêşanderan dikin.

Divê hikûmt bersivê bide xwestekên wan, ne wan biçewisîne.”

Banga her 29 parlamenteran ji ber netemambûna îmzeyan bêbersiv ma

Di heman çarçoveyê de, duh 29 parlamenteran bang li serokatiya parlamena herêmê kiribû, da civîneke taybet têkildarî nebûna mûçe, kuştina xwepêşanderan û bidawîkirina rewşa heyî, were lidarxistin.

Lê belê, banga wan bêbersiv ma.

Li gorî agahiyan, divê 8 parlamenterên din banga parlamenteran a lidarxistina civînê îmze bikin, ango jimara îmzeyan bibe 37, heta ku parlamen li ser daxwaziya wan erê bike.

Parlamenter Aşna Ebdullah: Divê parlamenterên YNK û Nifşê Nû piştgiriyê bidin

Li ser vê mijarê, parlamentera Fraksiyona Goran Aşna Ebdullah ji bo temambûna îmzeyên daxwaznameyê, bang li hemû parlamenterên YNK û Nifşê Nû kir ku piştgiriyê bidin wan.

Back to top button