Efrîn…çete û malbatên ji xûta pev ketin, kuştî û birîndar hene

Li navçeya Cindirêsê, di navbera çeteyên dewleta Tirk û malbatên ji Xûtayê, şer derket. Hat ragihandin, kuştî û birîndar hene.

Ajansa ANHA’yê li gorî çavkaniyeke taybet ragihand vê sibehê li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî di navbera çeteyên Tirkiyê û malbatên ji Xûtaya Rojhialat de şer derket.

Çavkaniyê diyar kir çeteyan di şer de çekên giran bi kar anîn û ji her du aliyan birîndar çêbûn.

Piştî şer, dewleta Tikr a dagirker bi dehan maşîneyên leşkerî ji navenda Efrînê ber bi Cindirêsê ve şandin.

Ne cara yekem e, berî niha bi dehan car li Efrîna dagirkirî di navbera çeteyan de, pevçûn derketine.

Back to top button