15 çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Hema, Reqa û Helebê hatin kuştin

Li çolistana Sûriyê, di 24 saetên dawî de 15 çeteyên DAIŞ’ê di encama êrîşên asîmanî yên Rûsî de, hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku balafirên Rûsî di 24 saetên dewî de, li çolistana Hema, Reqa û Helebê, li dijî Çeteyên DAIŞ’ê 70 êrîş pêk anîn .

Di van êrîşan de, 15 çeteyên DAIŞ’ê û 7 leşkerên hikûmeta Şamê, hatin kuştin.

Ji Adara 2019 û heta niha, hezar û 66 leşkerên hikumetê, li rex 601 çeteyên DAIŞê, hatine kuştin.

Back to top button