Li Kabulê, di êrîşin cuda de, 3 kes hatin kuştin

Li paytexta Efxanistanê Kabul, di encama çend êrîşan de , 3 kes hatin kuştin.

Îro sibehê li taxa 15’an a Kabulê, bombeyeke çandî bi erebeya parlamenterê Efxanî Tewfîq Wehdet ve teqiya û di encamê de ajokarê erebeyê û pasevanekî wî hatin kuştin.

Her wiha berdevkê polîsa Kabulê eşkere kir ku berpirsê dozgeriya giştî yê hikumeta Efxanî, dema berê wî li kar bû, di êrîşekê de hat kuştin.

Duh Wezareta Parastina Efxanistanê bi daxuyaniyekê ragihandibû, ku hêzên Efxanî li wîlateya Qendiharê, bersiva êrîşeke Tevgera Talîbanê da û di encamê de 90 çekdarên Talîbanê hatin kuştin.

Tengejîna li Efxanistanê di demekê de ye ku hikumet û Tevgera Talîbanê, dest bi pêvajoyeke aştiyê ji bo rawestandina şer kiriye û ji bo vê yekê, Kabulê, bi hezaran girtiyên Tevgerê berdane.

Back to top button