Necla Atak a girtî: ji bo serkeftinê yekîtiya gel pêwîst e

Çalakiya girtiyan di roja 17’an de bi koma Çaremîn didome.Necla Atak ya li Girtîgeha Kandirayê, bi rêya malbata xwe peyamek şand û got:

“Ji bo çalakiya greva birçîbûnê bi ser bikeve divê gel bibe yek û xwedî li çalakiyê derkevin.

Necla Atak ji Colemêrgê ye û li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Kandiraya Kocaeliyê dimîne.

Necla di 17’ê cotmeha 2017’an de li Qosera Mêrdînê hat binçavkirin, piştre 33 sal ceza dan wê.

Necla bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û bal kişand ser rewşa girtîgehê û got:

Ji xwe li girtîgehan tecrîd heye û bi hinceta pandemiyê jî bêtir tecrîd tê girankirin.

Em nikarin hevalên xwe bibînin û em nikarin bi wan re biaxifin.

Back to top button