Li stasyona sereke ya trênan a li paytexta Misrê Qahîreyê, di encama jirêderketina trênê de agir bi trênê ket.
Di encama vê bûyerê de gelek mirî û birîndar çêbûn.
Li paytexta Misrê Qahîrayê îro buyereke xemgîn rû da .
Çavkaniyên fermî yên Misrê ragihand ku ji ber jirêderketina trênê li stasyona Remsîsê, agir bi trênê ket û di encamê de 10 mirî û 22 birîndar hene.
Ev stasyon, stasyona navendî ya trênan a Qahîreyê ye.