Çalakiya konvedanê ya ji bo piştgiriya Asayîşa Êzidxanê di roja 12’an de ye

Çalakiya ku xelkê Şengalê bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja 12’an de dewam dike.

Çalakiya konvedanê li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê bi dirûşmeya “Em hemû asayîş in” di roja xwe ya 12’yan de ji aliyê koma Xanesorê ve dewam dike.

Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konên çalakiyê dikin û piştgiriya xwe ji bo çalakiyê nîşan didin.

Li aliyê din, îro Wezîrê Hindirîn yê Iraqê Osman El Xanimî li gel şandeyekê serdana Şengalê kir.

Dihat payîn ku wezîr serdana konê çalakiyê û Meclîsa Xweser a Şengalê bike, lê serdan pêk nehat.

Piştî ku serdan pêk nehat, Komek ji endam û rêveberên Meclisa Xweser a Şengalê ji bo piştigiriyê serdana konê çalekiyê kir.

Back to top button