Şêniyên Dêrikê şehîd Mihemed Hadî oxir kir

Li Dêrikê û Hesekê merasîma oxirkirina şehîdan pêk hatin.

Merasîma Şevanê YPG`ê Mihemed Hadî ku ji ber nexweşiyekê şehîd bûbû, li goristana Ş. Xebat Dêrik pêk hat.

Di merasîmê de Hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Perwîn Yûsif û Fermandarekî YPG`ê Hawar Dêrikî axivîn.

Kesên axivîn sersaxî xwestin û diyar kirin ewê li dijî dagirkeran têkoşîna xwe bilind bikin.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeye şehîd di nava tilîliyan de hate veşartin.

Şehîd Mihemed, bavê şehîd Xebat û şehîd Raman e ku di şoreşa Rojava de şehîd bûbûn.

Şehîd Feyad bi merasîmekê li Hesekê hat oxirkirin

Li bajarê Hesekê jî Şervanê YPG Feyad Mihemed Fitêh ku di êrîşên li ser gundewarê Til Temir de şehîd bûbû bi merasîmekê hat oxirkirin.

Li goristanê kesên axivîn sersaxî xwestin û diyar kirin wê li dijî hemû êrîşan berxwedanî dewam bike û kes nikare destketiyên şoreşê tune bike.

Piştî axaftina cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan hat oxirkirin.

Back to top button