Rêveberiya Xweser li herêmên xwe hin erkdarkirinên nû pêk anî

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro civiya û hevserokên nû yên Meclisa Edaleta Civakî, Meclisa Qanûnsaz û Meclisa Giştî yên herêmên Cizîrê, Firat, Tebqa û Dêra Zorê diyar kir.

Civîn li hola Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hate lidarxistin û endamên Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser û hevserokatiya meclisê beşdar bûn.

Di civînê de piştî dengdanê, Rîm Berekat wek hevseroka Meclisa Edaletê ya Herêma Cizîrê, Farûq Mihemed Henkon wek hevserokê Meclisa Edaletê ya Herêma Firatê, Nisrîn Camûs wek hevseroka Meclisa Edaletê ya Tebqayê û Emel Ebdulrehman wek hevseroka Meclisa Edaletê ya Dêrazorê hatin pejirandin.

Her wiha Hûde Ewan û Şadî Îbrahîm wek hevserokên Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê û Hisên Dixêm û Silêman Cafer jî wek endamên Meclisa Giştî hatin pejirandin.

Piştre Endamên ku hatine pejirandin ji bo ku dest bi erkên xwe bikin, sond xwarin.

Back to top button