Çeteyên Boko Heram bi sedan xwendevan revandin

Di êrîşeke çeteyên Boko Heram ya li Nîjeryda de bi sedan xwendevan hatin revandin.
Artêşê ji bo xelaskirina xwendevanan dest bi oparasyonê kir.

Li gorî nûçeya rojnameya Sunday Vanguard ya Nîjerya, li bajarê Kankara yê li bakurê welat çeteyên Boko Heram êrîşî dibistandekê kirin.

Çeteyan di navbera 400 û 600 xwendevan revandine.

Di nûçeyê de tê gotin, şeva Înî çeteyan êrîşî dibistaneke ku 884 xwendevan lê diman kirin.

Piştî êrîşa hêzên ewlekariyê di navbera 200 û 400 xwendevanan de xelaskirin.

Di daxuyaniya ku li ser navê buroya serokê welat hatî dayîn de hate gotin, ji bo xelaskirina xwendevanan artêşê dest bi oparasyonê kiriye.

Her wiha ji bo dibistanên din, xebatên ewlekariyê hatine zêdekirin.

Li gorî daneyên NY ji 2013’an heta niha çeteyên Boko Heram bi hezaran zarok revandine.

Zarokên hatine revandin ji bo êrîşên xwekujî û yên keç jî weke koleyê têkliyên fizîkî bikar tînin.

Back to top button