ADIL EBDULMIHDÎ:EM DIKARIN GIRTIYÊN NE IRAQÎ JI QSD’Ê WERBIGIRIN

Di kongra xwe ya heftane de ,Serowezîrê Iraqê Adil Ebdulmihdî têkildarî çeteyên li gel QSD’ê girtî ne, axivî.

Ebudlmihdî diyar kir ku, ew dikarin çeteyên girtî, bibin gel xwe û got,

Yan em ê ji bo birina wan ji welatên wan re bibin alîkar, yan jî em ê li gel xwe dadgeh bikin.

Di heman wextî de Serokê Fransa Macron diyar kir ku, divê ev çete li welatên ku sûc lê kirine, werin darizandin.

Şerê şervanên QSD’ê li dijî DAIŞ’ê dewam dike.

Lê belê di encamam van pêngavan de, bêhtirî hezar çeteyên biyanî û hejmareke mezin a çeteyên herêmî li gel QSD’ê girtî ne

Di vê çarçoveyê de, gelek welatên Ewrûpayê di serî de, Almanya, Fransa, Swîsre, Danîmar û Birîtaniya, veger û darizandina welatiyên xwe red kirin.

Herî dawî serokwexzîrê Iraqê Adil Ebdulmihdî diayr kir ku, ew dikarin çeteyên ne Iraqî jî yên li gel QSD’ê girtî bibin gel xwe û wiha got,

Yan wê Iraq ji bo birina van çeteyan ji welatên wan re bibe alîkar, yan jî kesên sûc kirine darizîne.

Dibe hindek welat ji Iraqê bixwazin çeteyan bibin welatekî din, mînak Fransa.

Ev li dijî me hemûyan şerek e û divê Iraq bi erk û berpirsiyrtiya xwe rabe.

Serowezîrê Iraqê balkişand ser helwesta welatan û ev pirs kir.

Ger welatên van girtiyan vegera wan qebûl nakin, wê demê em ê çawa bi vê meselê re bidin û bistînin.

Em ê wan bixin lêpirsînê, eger sûcê wan hebe, dibe em wan di dadgehên Iraqê de dadgeh bikin.

Di hefteya borî de, Serokwezîrê Iraqê gotibû, welatê me girtiyên biyanî yên welatên wan birina wan red kirine, wernagire.

Eger ne rasterast be jî, le belê nakokî di navbera herdû daxuyaniyan de hene.

Beriya bi çend rojan jî serokê Iraqê Berhem Salih diyar kiribû ku, 13 êsîrên ku Iraqê ew wergitirne, wê li welatê xwe dadgeh bikin.

Di heman wextê de, ajansa Reuters ragihand ku, roja yekşemê, QSD’ê 14 çeteyên Fransî û 6 ji pêkhateya Ereb radestî Iraqê kiriye.

DIVÊ EV GIRTÎ LI WELATÊN SÛC LÊ KIRINE, WERIN DADGEHKIRIN

Têkildarî vê mijarê Serokomrarê Fransa Emanuel Macron, diyar kir ku, endamên DAIŞ’ê yên Fransî ku li Sûriyê û Iraqê hatine girtin, divê li welatên ku sûc lê kirine bên darizandin.

Macron da zanîn ku, wê Fransa cezayên gengaz ên mabûna wan di zindinan de heta heta, veguhezîne van welatan.

Her wiha li gorî heman ajanasê, di nava çend rojan de, QSD’ê nêzî 280 çete radestî heman welatî kirine.

Lê belê heta niha QSD’ê ti daxuyaniyek fermî derbarê mijarê de nedaye.

Beriya niha ji fermandarên QSD’ê Ednan Efrîn, radestkirina çeteyan ji Iraqê re red kiribû.

Leave a Reply

Back to top button