Li Mûsilê 42 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Li Mûsilê, di operasyonên dijî terorê de, 42 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Berdevkê Artêşa Iraqê, bi daxuyaniyekê diyar kir, hêzên Iraqê bi operasyonekê li başûrê Mûsilê 42 çeteyên DAIŞ’ê kuştin.

Di nava kuştiyan de, 3 serçete jî hebûn û gelek çek, cebilxane û pereyên bi wan re hatine desteserkirin.

Berdevkê artêşê bi bîr xist ku hêzên dijî teror ên Iraqê, ev yek di encama dorpêça 2 rojan de pêk anî.

Back to top button