Gerîlayekî HPG’ê şehîd bû û 2 bi giranî birîndar bûn

Gerîlayek şehîd bû û 2 jî ji ber êrîşeke Hêzên PDK’ê li ser gundekî nêzî Amêdiyê birîndar bûn.

Hêzên PDK’ê duh bi şev êrîşî yekîneyek gerîla li nêzî gundê Sêgirkê yê girêdayî navçeya Amediyê kir û 3 gerîla bi giranî birîndar bûn.

Lê yek ji van gerîlayên birîndar, îro vê sibehê şehîd bû.

Dema bûyer qewimî jî, şêniyên herêmê yên xwestin bi hawara gêrîlayên birîndar ve herin, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin astengkirin.

Hate ragihandin ku piştî bûyerê, PDK jimarek mezin a hêzên Gulan, Roj û çekên giran ber bi qadên gerîla ve veguhest.

4 Mijdarê jî çekdarên PDK’ê êrîşî yekîneyên gerîla kiribû.

Back to top button