KNK: Neçareserkirina pirsgirêkên kevn, herêm gihandiye vê rewşê

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê têkildarî xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê bang li rêveberiya herêmê kir ku bersivê bidin daxwaziyên welatiyan û digel wan hemahengiyê bikin. KNK’ê her wiha banga berdana hemû xwepêşanderên girtî kir.

Xwepêşandanên gelê Başûrê Kurdistanê yên li dijî rewşa aborî ya xirab, gendelî û rewşa siyasî hêj li dar in.

Di vê derbarê de, Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê 12 vê mehê civiyabû û daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

KNK’ê da xuyakirin ku neçareserkirina pirsgirêkên ku bi salan li ser hev kom bûne, Başûr gihandiye vê rewşa metirsîdar.

KNK: Divê Rêveberiya herêmê gavên çareseriyeke aştiyane biavêje

KNK’ê da zanîn ku ew digel daxwaziyên rewa yên gelê Başûrê Kurdistanê ne û got:

“Da ku ev maf bên bidestxistin, divê şêweyên lidarxistina xwepêşandanan dûrî kirinên tundiyê bin.

Pêwîst e desthilata herêmê jî li şûna bikaranîna tundî û çewisandinê, bersivê bide xwestekên gel û gavên çareseriyeke aştiyane û demokrasiyane biavêje.

Her wiha divê hemû xwepêşanderên girtî di zûtirîn demê de bên berdan.”

KNK: Rewşeke wiha hestiyar, herêmê ber bi tunebûnê ve dibe

KNK’ê destnîşan kir ku rewşeke wiha hestiyar û metirsîdar, ji aliyekî ve rê li ber dagirkeran vedike ku tevliheviyan derxin, ji hêleke din ve jî destkeftiyên Kurdan ber bi tunebûnê ve dibe, lewre divê rayedar guh bidin xwestekên welatiyan û rê li pêşiya destwerdana dagirkeran bigire.

KNK: Divê desthilata herêmê çekê li dijî welatiyan bi kar neyîne

KNK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir ku digel welatiyan hewlên aştî û diyalogê bide û çekê li dijî wan bi kar neyîne.

Xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê di encama gendeliya desthilatê de rû dane, di ber bidestxistina maf û azadiyê de, gelek sivîl birîndar bûn, çendan jiyana xwe ji dest da û jimarek bêsûc jî, niha di bin çavan de ye.

Back to top button