ROBERT FORD:EMERÎKA JI SÛRIYÊ DERNAKEVE.. PAŞEROJ NEDIYAR E

Sefîrê Emerîkayê yê berê li Sûriyê di rojnameya Şerq El-Ewset de, têkildarî pêvajoya piştî DAIŞ’ê û mayîna hêzên Emerîkayê nivîsek belav kir.

Li gorî Robert Ford, paşeroja Sûriyê nediyar e û pêvajoya piştî DAIŞ’ê zehmetir e.

GELO ESAD JI BIRYARA TRUMP A MAYÎNA LI SÛRIYÊ, BIN DIKEVE?

Bi vi sernavî Sefîrê Emerîkayê yê berê li Sûriyê Robert Ford a di rojnameya Şerq El-Ewset de nivîsek belav kir.

Robert Ford di nivîsa xwe de qala, guhertinên piştî têkçûna çekdarî ya DAIŞ’ê, mayîna hêzên Emerîkayê û paşeroja Sûriyê dike.

Li gorî Robert Ford, siyaseta Emerîkayê li Sûriyê nezelale û wiha dibêje;

Rêveberiya Trump biryar dabûn ku wê leşkerên xwe ji bakur û Rojhilatê Sûrî vekişîne.

Hefteya borî biryar guhertin û gotin, ew ê 200 leşker li rojhilatê Sûrî bihêlin, piştî du rojan hejmar gihand 400 leşker.

Niha li Washingtonê, bêserûber navbera Qesra Spî û berpirsyarên her wezaretên derve û parastinê, hevdîtin hene.

Ford li ser armancên mayîna Emerîkayê li Sûriyê û pêvajoya piştî DAIŞ’ê jî van nirxandinan dike.

Ji bo piştgiriya Israîlê, divê hêzên Emerîkayê yên li Sûriyê bimînin, nehêlin Îran rêya navbera Tenef û Iraqê de bi kar bîne.

Divê ev hêz ji bo rê li pêşiya jinûve zindîbûna DAIŞ’ê bigirin, bi hêzên Sûriya Demokratîk re di nava kordîneyê de bin.

Her wiha divê ev 400 leşkerên mayî, li hemberî Tirkiyê û Esad, parastina Kurdên Sûrî û projeya wan a otonomiyê bikin.

Emerîka di wê hêviyê de ku Tirkiyê jî ji bo Kurdên Sûrî otonomiyê qebûl bike.

Sefîrê Emerîkayê yê berê li Sûriyê, Esad û rejîma wî weke yên ji vê siyasetê bineketî bi nav kir.

Esad di wê baweriyê de bû ku Emerîka wê hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne.

Bi vî awayî dixwest vegere berî 2012’an.. Lê ev şans ji dest çû.

Li gorî Sefîrê Emerîkayê yê berê li Sûriyê Robert Ford paşeroja Sûriyê nediyar e û gotara xwe bi van gotinan bi dawî dike.

Ne Esad û ne jî Îran wê ji Sûriyê biçin.. Rûsya jî wê zextî li wan neke..

DAIŞ wê piştgiriya hêzên rojavayî ji Kurdên Sûrî re bi kar bîne û di çarçoveya şerê çetewariyê de çekdarên Ereb amade bike.

Weke li Iraqê bi rêya piştgiriya El-Qaîdeyê kir, wê îstîxbarata Sûriyê piştgiriyê bide van hêzên radîkal.

Leave a Reply

Back to top button