Balyozên navnetewî: Divê ji bo DAIŞ’iyan dadgehek bê vekirn

Balyozên navneteweyî û nûnerên rêxistinên mafên mirovan diyar kir ku dema darizandina çeteyên DAIŞê yên sûc li Iraq û Sûriyê kirine, hatiye û divê edalet pêk bê. Bedran Çiyakurd jî banga avakirina dadgeheke naveneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê kir.

Ji bo darizandina çeteyên DAIŞ û sûcên wan, 4’ê Kanûnê, balyozên navneteweyî û nûnerên rêxistinên mafên mirovan bi rêya onlinê kongreyek li dar xist.

Di kongreyê de, balyozê Amerîkayê yê ji bo Edaleta Cezayan li cîhanê Morse Tan bal kişand ser sûcên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî kêmneteweyên olî û binpêkirina qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî.

Balyozê Amerîkî banga avakirina dadgeheke mîna dadgeha Nuremberg ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê kir.

Tan diyar kir, dem hatiye êdî li dijî sûcên ku çeteyên DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê kirine, edalet pêk were.

Damezirînerê Akademiya Hiqûqî a Cîhanê Matthew Daniels û balyoza gerok a Nivîsgeha Dozên Jinan a Cîhanê Kelly E. Curry, jî ev tişt gotin:

“Avakirina dadgehekê ji bo darizandina DAIŞ’ê bersiva rast a exlaqî û qanûnî ji aliyê cîhana pêşketî ve ye.

Ev dadgehkirin dê baweriyeke exlaqî bide dewletên ku qanûna mafên mirovan a cîhanê û diruşmeya ‘Ji îro û şûnde na ji qirkirinê re’ îmze kirine.

Divê em ji qonaxa cezakirinê derbasî ya çareserkirinê bibin, dermanê herdemî yê hemû şêweyên tundiyê, fêrbûn e.”

ÇiyaKurd: Li herêmên dagirkirî qirkirineke rasteqîn pêk tê

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd heman bang ji bo darizandina çeteyên DAIŞê kir, ku divê dadgeha navdewletî bê avakirin.

Çiyakurd sûcên çeteyên Tirkiyê li dijî Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê jî bi bîr xist û ew bi qirkirineke rasteqîn bi nav kir.

Nadine Menza: Sûcên DAIŞ’ê ji Holocaust kirêtir in

Her wiha Cîgira seroka Desteya Azadiya Ol û Baweriyan a Amerîka Nadine Menza anî ziman ku divê cîhan li ser sûcên li dijî wan qurbanan pêk hatine lêpirsînê veke, ji ber ew sûc ji Holocaust kirêtir in.

Menza rola Rêveberiya Xweser erênî nirxand û da zanîn ku Rêveberiyê rewşa guncaw ji tevahî kêmneteweyan re dabîn kiriye da ku rê û resmên xwe yên olî pêk bînin.

Gerînendeyê Beşa Bolanda ya Saziya Babaweyî ya Alîkariya bi Dêra Hewcedaran re, Baba Waldemar Sislo û wezîrê dewletê yê Hungariya ya alîkariya bindestên Xiristiyan Tristan Azbeg piştgiriya avakirina darizandina DAIŞ’ê kir.

Back to top button