Ronak Mecîd: PDK nema dikare herêmê bi rê ve bibe

Cîgira Hevseroka Tevgera Azadî ya Komeley Kurdistanê Ronak Mecîd, diyar kir ku sedema qeyrana li Başûrê Kurdistanê ji ber têkiliyên şaş ên bi Tirkiyê re ne. Ronak Mecîd teqez kir ku gel têkiliyên dewleta Tirk û PDK’ê nema qebûl dike û dixwaze ev hikûmet dest ji kar berde. 

Ev zêdeyî hefteyekê li Başûrê Kurdistan ji ber qeyrana aborî û siyasî, li herêmên Silêmanî, Kerkuk, Ranya, Germiyan, Kelar, Halepçe, Şarezor û Duhokê çalakî tên lidarxistin.

Cîgira Hevserokên Giştî yên Tevgera Azadî ya Komelgey Kurdistan Ronak Mecîd, geşedanên li herêmê peş dikevin, nirxandin.

Cîgira Tevgera Azadî anî ziman ku PDK 29 sal in herêmê bi rêve dibe û got:

“PDK herêmê şaş bi rêve dibe. Ji ber polîtîkayên şaş, hem qeyrana aborî hem jî ya siyasî heye.

Dîsa ji ber van polîtîkayan, êdî gel nikare debara xwe bike. Niha jiyan tevizî ye. Mirov kar dikin, lê mûçeyên xwe nastînin.

Piştî sala 2014’an, mûçeyên welatiyan kêm kirin, lê dîsa jî nadin wan. Piraniya mirovan betal in. Bi taybetî ciwan.”

Ronak Mecîd: Çalakgerên Başûr dixwazin desthilat dest ji kar berde

Ronak Mecîd, destnîşan kir ku 2 daxwazên çalakgeran hene û wiha got:

“Çalakger di serî de dixwazin ev hikûmet dest ji kar berde û diyar dikin ku hikûmeta heyî êdî nikare Başûr bi rêve bibe.

Çalakger dixwazin mûçeyên wan bidin wan. Lê hikûmet van daxwazên demokratîk bi çekan û tundiyê dibersivîne.”

Cîgira Hevserokên Giştî yên Tevgera Azadî ya Komelgey Kurdistan, sedema hemû pirsgirêkên li herêmê li Tirkiye û Erdogan vegerand, ku têkiliyên PDK bi wan re hiştiye ev qeyran mezin bibe.

Ronak Mecîd teqez kir ku rêvberiya Başûr dikare mûçeyan bide, lê ji ber peymana 50 salan a petrolê bi Enqereyê re îmze kiriye, Tirkiye destûr nade.

Back to top button