Şerê li Qerebaxê…4 leşkerên Azerî hatin kuştin û 6 leşkerên Ermen birîndar bûn

Agirbesta li Qerebaxê hat binpêkirin û ji herdu aliyan kuştî û birîndar hene.

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê duh bi daxuyaniyekê hikûmeta Pako bi binpêkirina agirbestê tawanbar kir, ku li gundên Qerebaxê, 6 leşkerên wan birîndar kirine.

Paşê Wezareta Parastinê ya Azerî jî ragihand ku ev yek bersiva êrîşên Ermenistanê bû.

Wezaretê diyar kir, artêşa Ermenistanê di meha dawî de, 2 êrîş bi ser gundên li devera Hedrût û 4 leşkerên wan kuştin û 3 jî birîndar kirin.

Li gorî Hêzên Parastina Aştiyê yên Rûsî jî, 11’ê vê mehê binpêkirinek hatiye tomarkirin, lê ti alî destnîşan nekir.

Back to top button