Nîcer…di êrîşeke Boko Heram de 27 kes hatin kuştin

Li Nîcerê, di encama êrîşeke çeteyên Boko Heram de, 27 kes hatin kuştin.

Çeteyên Boko Heram êrîşî gundê Tumur ê li herêma Dîffa ya li başûr-rojhilatê Nîcerê kir û di encamê de 27 kes hatin kutşin û gelek jî birîndar bûn.

Li gorî Rayedarekî hikumeta Nîcerê, di vê êrîşê de bêhtirî 800 malî hatin şewitandin, her wiha bazara navendî û gelek erebe jî rastî şewatê hatin.

Gulana borî, di encama operasyonên artêşa Nîcerê li dijî çeteyên Boko Heram de, 75 çete hatibûn kuştin.

Back to top button