RSF: Tirkiye di lîsteya Azadiya çapemeniyê de di rêza 154’an de ye

Rojnamegerên Sînornenas ragihand ku li seranserê cîhanê derdora 400 rojnameger di girtîgehan de ne û hat eşkerekirin ku dewleta Tirk di lîsteya azadiya çapemeniyê de, di rêza 154’an de ye.

 

Rojnamegerên Sînornenas (RSF) rapora azadiya çapemeniyê ya sala 2020 eşkere kir.

Li gorî raporê, li tevahî cîhanê 387 xebatkarên çapemeniyê di girtîgehan de ne.

Li gorî raporê li Çînê 117, li Erebistana Siûdî 34, li Misirê 30 û li Sûriyê jî 27 xebatkarên çapemeniyê di girtîgehan de ne.

Hate diyarkirin ku li dinyayê bi giştî 42 rojnamegerên jin girtî ne.

Hat gotin ku 54 rojnameger hatine revandin û çar rojnameger jî winda ne.

Li gorî rapora Rojnamegerên Sînornenas li temamê dinyayê 130 rojnameger ji ber nûçeyên li ser vîrûsa Coronayê hatine girtin.

Di raporê de hat eşkerekirin ku dewleta Tirk di lîsteya azadiya çapemeniyê de nav 180 welatan de di rêza 154’an de ye.

Back to top button