Ji ber 11 jin erkdarkirin, cezayê 90 hezar Euro li şaredara Parîsê hat birîn

Şaredariya Bajarê Mezin ê Parîsê, ji ber ku 2018’an li hemberî pênc mêran, 11 jinan ji wezîfeya rêveberiyê sûd girtine, ji aliyê dewletê ve bi 90 hezar euroyî hate cezakirin. 

Li gorî nûçeya rojnameya Le Monde, Lo Mond Şaredara Bajarê Mezin ê Parîsê, Anne Hîdalgo ya ji Partiya Sosyalîst, ji aliyê dewletê ve hat cezakirin.

Dewletê bi buhaneya ku 12’ê Adara 2012’an di wezîfeyên rêveberiyên cemaweriyê de li gorî rêjeya wekheviya zayendî tevnegeriya ye, 90 hezar euro ceza lê birî.

Şaredariyê 2018’an, 16 kes kir rêveber.

Ji 16 kesan 5 ji wan mêr bûn. Ev yek jî li dijî kotaya ji sedî 40’î ya wekheviya zayendî hate dîtin.

Qanûna veguherandina xizmetên cemaweriyê Tebaxa 2019’an ketibû meriyetê.

Ger zûtir ketibûya meriyetê wê şaredarî ji cezakirinê rizgar bibûya.

Di rewşa heyî de rêjeya xebatkarên jin ên payebilind ên li Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê ji sedî 47 e.

Back to top button