KOLBEREK LI SER SÎNORÊ BAKUR Û ROJHILATÊ KURDISTANÊ KUŞTIN

Pasdarên Îranê li ser sînorê dinavbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de êrîşî komek kolberan kir.

Di emcamê de kolberek kuştin û yek jî birîndar kirin.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê di 24’ê vê mehê de pasdarên Îranê li ser sînorê dinavbera Bakur û Rohilatê Kurdistanê de êrîşê komek kolber kir.

Di encama êrîşê de kolberê bi navê Mecîd Ezîm (26) bi giranî birîndar bû.

Her wiha li gorî nûçeyek ya Kampanya Çalakanî Beluc doh kolberek yê Dilganî Belucistan ya dikeve Rohilatê Îranê, rastî êrîşa pasdarên rejîma Îranê hatiye û di encamê de hatiye kuştin.

Li gorî rapora heman kampanyayê di meha borî de 10 kolberên Belucî li ser sînorê navbera Îran û Pakîstande bi guleyên pasdarên Îranê hatine kuştin.

Her wiha li gorî rêjeya Kolbernewsê jî ji destpêka sala 2019’an heya niha 61 kolber bûne qurbanî.

Leave a Reply

Back to top button