“Ger daxwazên zarokên me pêk neyên, em ê jî bikevin grevê”

Girava birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 18’an de dewam dike. Malbatên girtiyan diyar kir ku divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Her wiha teqez kirin ku heta daxwazên wan pêk neyên ewê çalakiyên xwe dewam bikin .

Li girtîgehên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de greva birçîbûnê destpêkirin di roja 18’an de didome.

Yek ji çalakgeran jî Baran Aslan ê ku cezayê muebetê lê hatiye birîn û di Girîgeha Tîpa E ya Amedê de tê girtin e.

Dayika Baran Muhrîban Aslan derbarê rewşa lawê xwe de axivî û diyar kir ku lawê wê 5 sal e di girtgehê de ye, hemû binpêkirinê mafên mirovan li ser wan tê meşandin.

Mehrîban teqez kir ku ew li pişt lawê xwe û têkoşîna wî ye, divê çareseriyek ji vê rewşê re bû dîtin.

Dayê Muhrîban diyar kir ku pêvajo her ku diçe zahmet dibe, tenê daxwazeke lawê wê heye û heta ku ev daxwaz neyê qebûlkirin jî wê têkoşîna xwe bidomîne.

Dayika girtiyê bi navê Baran Aslan, Mehrîban Aslan herî dawî banga dewama têkoşîna li dijî hemû êrîş û binpêkirinan kir.

Back to top button