Li gundê Mielek şer navbera çete û şervanên QSD’ê rû da

Hewldanên dagirkirinê ranawestin û li gundê Mielek ê Eyn Îsayê di navbera şervanên QSD û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şerekî giran rû da.

Çeteyên Tirkiyê hewl da careke din bighêjin rêya M4 û êrîşî gundê Mielek ê Eyn Îsayê bikin.

Lê şervanên QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de, bersiva êrîşan da.

Berî rojekê jî, van çeteyan berê xwe dabûn heman gundî û dixwestin xwe bigihînin rêya navdewletî, lê şervanên QSD dîsa hewldana wan şikand.

Back to top button