Dr. Kamîran Berwarî: Divê Kurdistanî û alîgirên demokrasiyê li dijî peymanê derkevin

Endamê KNK’ê Dr. Kamîran Berwarî da xuyakirin armanca îmzekerên peymana li dijî Şengalê, awarekirina Êzidiyan, parçekirina Şengal û têkbirina xweseriya wê ye. Kamîran Berwarî bang li tevahî Kurdistaniyan kir ku li rex Şengaliyan li dijî peymana bêbext derkevin.

Bertek û nerazîbûnên li dijî peymana PDK-Iraqê ya li dijî vîn û xaka Êzidiyan roj bi roj berfirehtir dibin.

Di vê derbarê de, hevserokê Eniya Demokratîk a Gel û Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Dr. Kamîran Berwarî ji Ajansa Nûçeyan a Feratê re axivî.

Kamîran Berwarî da xuyakirin ku peymana PDK-Bexdayê, dewamkirina êrîşên DAIŞ’ê yên qirker ên li dijî Êzidiyan e, armanca wan jî, parçekirina civaka Êzidî ye.

Berwarî bal kêşa ser rêveberên peymanê û got:

“Peyman, di bin sîwana hêzên dagirker de tê meşandin.

Ev hêz, dixwazin bermahiyên DAIŞ’ê ji der ve bînin û li Şengalê bi cih bikin.

Dixwazin nexşeya wê ji holê rakin û li gorî xwe bi rê ve bibin.”

Endamê KNK’ê der barê destwerdana li Şengalê de jî destnîşan kir ku, bêrûmetiya herî mezin ew e ku hêzên PDK û Iraq piştî 6 salan, bên û bibêjin “Em ê we bi rê ve bibin”., bila baş bizanin ku, xwediyên Şengalê, malbatên Şehîdan û hêzên parastinê ne.

Piştî îmzekirina peymana bêbext, veguhastina leşkerî ya aliyên lihevker dewam dike. Dixwazin bi deh hezaran çekdaran derbasî Şengalê bikin.

Dr. Kamîran Berwarî dibêje:

“Pêwîstiya me bi ti hêzeke derve nîne.

Hêza me têrker e ku xakê ji êrîşên hundir û derve biparêze.

Peymaneke wiha, bi ti şêweyî nayê pejirandin.”

Hevserokê Eniya Demokratîk a Gel û Endamê KNK’ê Dr. Kamîran Berwarî di dawiyê hevdîtinê de bang li hemû Kurdistanî û alîgirên demokrasiyê kir ku li dijî vê komployê derkeve û nehêlin ku fermaneke din bi serê Êzidiyan de were.

Tê zanîn, 9 Cotmehê ev peymana qirêj ji bo birêvebirina Şengalê bi destê PDK- Bexda û Tirkiyê hatibû îmzekirin.

Back to top button