HIKUMETA ALMAN BERSIV DA NAMEYA KEÇA YUKSEL KOÇ

Berxwedana li Strasbourga Fransayê ya 14 Kurdistaniyan roja 73’an de didome.

Çalakgeran serkeftina QSD’ê ya li dijî DAÎŞ’ê pîroz kirin.

Li gelek bajarên Ewropayê jî tecrîda li ser Rêber Ocalan hate şermezarkirin.

Ev 73 roj in 14 Kurdistanî li Strasbourga Fransayê greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.

Çalakgeran serkeftina QSD’ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê pîroz kirin.

Her wiha Dr. Fahretîn Gulşen li ser rewşa tendirustiya çalakgeran ev tişt anî ziman;

Li gorî hefteya borî çalakgeran gelek kîlo li xwe kêm kirine û masûlkeyên wan dihelin.

HIKUMETA ALMAN BERSIV DA NAMEYA KEÇA YUKSEL KOÇ
‘TIŞTEKÎ EM BIKIN TINE; BILA BAVÊ TE ÇALAKIYA XWE BERDE”

Dîlan Koç keça Yuksel Koç nameyek ji Rêveberiya Çapemenî û Enformasyonê ya Hikûmeta Federal a bi Serokwezîrtiya Angela Merkel re şand.

Hikûmetê bersiveke sosret da nameya Dîlan Koç û got;

Tiştekî em bikin tine, ji bavê xwe re bibêje bila çalakiyê berde.

Bi heman armancê çalakiya Îmam Şîş a li Galer a Bêrîtanyayê jî di roja 73’an de ye.

Her wiha çalakiya Mustafa Tuzak li Dûîsbûrgê û Yûsif Îba li bajarê Toronto yê Kanadayê roja 46’an,

Şivan Aga-ogulo û Sultan Yîgît li Paytexta Avûstûrya Viyanayê roja 26’an,

Şiyar Xelîl li bajarê Nurnberg ê Almanyayê jî roja 31’an,

Omer Bagdûr û Cemal Kobanê li Kassel ê Almanyayê di roja 30’î de didomin.

Li aliyekî din li paytexta Awûstûrya Viyanayê û Stûttgartê platforma jiyanê ya li dijî tecrîdê ava bû.

Li bajarê Hambûrg ê Almanyayê jî “Însiyatîfa jiyanê ya li dijî tecrîdê” ava bû.

Yekîtiya Parêzerên Ewropayê, hunermendên Êzîdî û Kurdistaniyan li gelek bajarên Ewropayê jî, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û piştgirîdayîna berxwedêrên grevên birçîbûnê çalakiyên cuda li dar xistin.

Çalakgeran bang li CPT, Netewên Yekbûyî û Dadgeha Mafên Mirovan kirin bi erka xwe rabin û nebin hevkarên sûcên mirovahiyê.

Yek ji rojnameyên rojane yên Almanyayê “Tageszeitung” (TAZ) bi nûçe-analîzekê cih da çalakiyê greva birçîbûnê.

Di gotarê de têkoşîna Koç, bi taybetî têkoşîna li dijî siyaseta helandina Kurdan li Almanyayê hate bibîrxistin.

Sendîkavanên Îngilîz, ji bo piştgiriya bi çalakgerên grevên birçîbûnê re wê siba li paytext Londonê dest bi greva birçîbûnê ya 3’ê rojan bikin.

Leave a Reply

Back to top button