Îro roja yekemîn a Rojiya Êzî ya Êzidiyan e

Îro roja yekemîn a Rojiya Êzî ye. Rojî 3 rojan dewam dike û piştre jî Êzidî Cejna Êzî pîroz dikin.

Rojiya Êzî, ji bo Êzidiyan, xwedî wateyeke pîroz û giyanî ye.

Êzidî beriya Cejna Êzî 6 rojan rojiyê digirin.

Ev rojî dabeşî du beşan dibe û hefteyê 3 rojan e.

Ji beşa yekê re “Rojiya Şêşims” tê gotin, beşa din jî “Rojiya Xwedan” e.

Li gorî Êzidiyan, şev û roj nîşaneyên xirabî û xêrê ne, lewma ji bo şev kin bibin û roj dirêj bibin rojî digirin.

Endama Yekîtiya Êzidiyan a Kantona Efrînê Orîvan Menan, Rojiya Êzî li Êzidiyan pîroz kir û hêviya aştî û aramiyê j tevahî cîhanê re xwest.

Back to top button