Li herêmên dagirkirî revandina sivîlan berdewam dike, herî dawî çeteyên dewleta Tirk 5 kes ji Serê Kaniyê revandin.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî ragihand ku duh çeteyan 5 sivîl li gundê Hilêwa yê Serê Kaniyê revandin.
Di nava wan de tenê navê Ehmed Mihemed Izo yê 45 salî hat naskirin.
Girê Spî..Çeteyan dermanfiroşek û kurê wê revandin
Li Girê Spî ya dagirkirî jî, ji bo hinek cureyên derman ên ku bi bandora xwe ya hişbirê tên naskirin, çeteyan bi ser gelek dermanxaneyên gundê El-Elî Baciliye de girt.
Çeteyan dermanfiroşê bi navê Ehmed El-Ibêd piştî ku qebûl nekir hinek dermanan bide wan, ew û kurê wî yê 15 salî revandin.
Berî du rojan jî çeteyan sivîlê bi navê Brahîm Xelîl El-Elo ji gundê Tewîla revandibûn û li beramberî berdana wî 5 hezar dolar ji malbata wî xwestibûn.