“Başûrê Kurdistanê ji cihên herî metirsîdar ê binpêkirina mafê mirovan e”

Rêveberê Rêxistina Perepêdanî Demokrasî û Mafê Mirovan Karzan Fazil da zanîn ku Başûrê Kurdistanê yek ji cihên herî metirsîdar a binpêkirina mafên mirovan e. 

Karzan Fazil têkildarî kuştin û girtina xwepêşandanan eşkere kir ku”di tu qonaxan de binpêkirin negihiştine vê astê û ev yek jî nîşan dide ku nêzîkatiya desthilatê mîna mafya lê hatiye.”

Karzan destnîşan kir ku niha li beramberî azadiya fikir binpêkirin, medya û rojnamevan; girtina kanal û binçavkirina rojnamevan tê kirin.

Di dawiyê de jî Karzan Fazil eşkere kir ku “Rewşa niha ji ya berê gelekî xirabtir e û ev jî nîşan dide ku binpêkirin sal bi sal zêdetir dibin.”

Di dema dawî de, asta tundî û binpêkirina mafan a hêzên PDK’ê di xwepêşandanan de diyar bû, ku heta niha 9 kes kuştin, zêdeyî 100 kesî birîndar kirin û bi sedan kes binçav kirin.

Back to top button