Joe Biden fermî weke serokê Amerîkayê hat ragihandin

Kombûyîna hilbijartinê, bi fermî serketina Joe Biden wekî serokê 46. yê Amerîkayê ragihand.

Piştî bidawîbûna dengdana hilbijartinên serkokatiyê, kombûyîna hilbijartinê ev serkeftin bi daxuyaniyekê ragihand.

Paşê, serokê Amerîkî yê hilbijartî Jeo Biden li wîlayeta Delaware ev hilbijartin bi yên dîrokî, adil û durist bi nav kir û soza xwedîderketina li hemû Amerikayan da.

Tê zanîn, 3 Mijdarê hilbijartinên serokatiya Amerîkayê di navbera namzetê komarparêzan Donald Trump û yê demokratkan Joe Biden de dest pê kiribû.

Back to top button