HEVDÎTINA DUYEMÎN LI VÎETNAMÊ PÊK HAT

Serokê Emeîka Donald Trump û serokê Korya Bakur Kîm Jong On li paytexta Vîetnamê Hanûyî li hev civiyan.

Piştî hevdîtina yekemîn ya li Serngeforayê ev hevdîtin weke hevdîtina duyemîn di navbera herdu serokan de ye.

Trump ji rojnamevanan re axivî û got, ev hevdîtin wê bi encam derbas be û wê ji hevdîtina yekem baştir be.

Kîm Jong jî diyar kir ku encamên vê hevdîtinê wê li gorî hemû aliyan be û li ser vê hewldanên pêwîst dike.

Hêjayî gotinê ye, Emerîka di hevditna yekem de ya li Sengeforayê, ji Korya Bakur xwestibû ku ji bo rakirina cezayên li ser wê divê dev ji çekên nuklerî û çêkirina wê jî berde.

Lê Emerîka ti bersivek ji Korya Bakur negirtibû.

Leave a Reply

Back to top button