DYA’yê ceza li rêveberiya pîşesaziya parastinê ya irkiyê birîn

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pîşesaziya parastinê ya Tirkiyê ji ber kirîna S-400 da ber cezayan. Her wiha qoçanên firotina çekan ên pîşesaziyê rawestanidn. Keştiyeke Tirkiyê jî tevî hişyariyên Ewropî, berê xwe daye başûr-rojavayê deryaya Spî, da li gaz û petrolê bigere.

Piştî gelek hişyariyan, Amerîka ceza li Enqereyê birîn.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, ceza li rêveberiya pîşesaziya parastina Tirkiyê, serokê wê Îsmaîl Demir û 3 kesayetên din birîn.

Ceza, ji ber kirîna Tirkiyê ya pergala S-400 a Rûsî, hatin birîn ku Amerîka vê gavê weke gefekê li ser NATO’yê dibîne.

Di vê derbarê de, wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo da xuyakirin rêkarên cezakirinê, rawestandina qoçanên firotina çekan ên Desteya Pîşesaziya Parastinê ya Tirkî, her wiha cemidandina sermayeya rêveberê wê, digire nava xwe.

Pompeo bi bîr xist ku wan gelek caran Tirkiyê agahdar kiribû ku kirîna pergala parastinê ya Rûsî, gefê li ewlehiya Amerîkayê dixwe, divê Tirkiye pirsgirêka pergalê digel Wahsintonê çareser bike.

Dewleta Tirk jî bertek nîşan da û jê heye ku ew bi daxuyaniyan dikare rewşê biguherîne.

Tirkiye cezayên Amerîkayê şermezar kirin û ev ceza bi şaştiya mezin bi nav kir.

Lê di heman demê de, amadebûna xwe ji bo nîqaşkirina vê dosyayê bi rêya dîplomasiyê anî ziman.

Rûsya jî li ser zimanê Wezîrê xwe yê Derve Sergey Lavrov, cezayên navborî nerewa û weke binpêkirineke zagona navneteweyî dît.

Enqere berî 2 mehan qefleya yekem a S-400 a sala borî ji Rûsyayê wergirtibû, taqî kiribû, ev yek; hêrsa Wahsintonê tev rakir. Niha jî dest bi sepandina cezayan kiriye.

Her çi qas Amerîka cezayên kesayetî jî li Enqereyê birîbin, lê gav avêt û YE ku Tirkiyê gefa herî mezin li berjewendiyên wan ên li Deryaya Spî dixwe, ti tişt weke her car nekir.

Berî 3 rojan, lûtkeyeke Ewropî der barê çalakiyên Tirkiyê yên li Deryaya Dpî de li dar ketibû û tê de hin cezayên biçûk lê hatin birîn, lê dîsa jî hatin bipaşxistin.

Tirkiye bo cara 4. keştiya xwe ya bi navê “Orotiş Reîs” ku li gaz û petrolê digere, ji bendergeha Entalyayê ber bi başûr-rojavayê ava herêmî ya Tirkî ve bi rê kir, da dest bi lêgerînan bike.

Back to top button