Yekitiya Jinên Ciwan li Helebê komcivînek derbarê zewaca temenê biçûk de li dar xist

Yekitiya jinên Ciwan li taxa Şêx Meqsûd a Helebê li dijî zewaca temen biçûk komxebatek li darxist.

Komxebat bi dirûşma “em dıbêjın na jı hemû cureyên tundiya ku bîngeha cıvakê aramanc dıgre re” hat lı darxıstın.

Komxebat li Hola Star-yalat a taxê bi tevlîbûna hemû saziyan, vê sibê destpêkir.

Komxebat li ser sê beşên mîna; sedem zewaca temenê biçûk, ziyana ku digihêje bedena jinê, û çareseriya wê hat sekinandin.

Di nişqan de hate gotin ku kevneşopiyên heyî û zewaca temenê biçûk, bingehê rûxandina civakê ye.

Back to top button